Li hin bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ji êvarê pê va ji hêla Iraq û Sûriyeyê ewrên toz û xubarê bên.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku tê texmînkirin ji îro êvarê pê va ji Iraq û Sûriyeyê bi ser bajarên Mêrdîn, Diyarbekir, Sêrt, Batman, Şirnex, Hekarî, Wan, Bedlîs û Mûşê da ewrên toz û xubarê bên.

Hat diyarkirin tê texmînkirin ku ewrên xubarê li rojhilatê Mêrdînê û li derdora bajarên Sêrt, Batman, Şirnex û Hekariyê hê zêde be.

Di daxuyaniyê da welatî jî hatin hişyarkirin ku baldar bin.